Wezareta Pêşmerge ligel şandeke serbazî ya Amerîkayê civiya    

.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê mûçeya Pêşmergeyan û metirsiya terorîstên DAIŞê ligel şandeke serbazî ya Amerîkayê civiya.

Wezareta Peşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn şandeke serbazî ya Amerîkayê ligel şandeke Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê civiyaye. Herwiha di civînê de guftugo derbarê mafên darayî yên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatine kirin û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl daxwaza berdewambûn û berfirehtirkirina alîkariyên darayî ji bo hemû hêzên Pêşmerhe bike û berpirsê nivîsîngeha hemahengiya emnî ya Amerîkayê li Iraqê soz daye ku ew  ê hewl bidin derfetên Pêşmerge werin baştirkirin û ew ji rewşa Pêşmergeyan fam dikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku şanda Amerîkayê tekezî li wê yeke kiriye ku ew ê berdewam bin liser hemahengi û alîkariya Pêşmerge û ji bo derfetên Pêşmergeyan were baştirkirin jî ew ê hewl bidin.

Herwiha di beşeke din a gotûbêjê jî de metirsiya DAIŞê, reformên Wezareta Pêşmege jî hatine gotûbêjkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye