Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa PKKê daxuyaniyek belav kir

.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê diyar kir; ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo Pêşmerge hatiye danîn û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:

Vê sibê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmerge di dema bicihanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo wan hatiye danîn, di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Berî niha jî me hişyarî dabû ku di egera rûdana bûyerên bi vê şêweyê de divê her kes rêz li sînorê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.

Wezareta Pêşmerge

5ê Hezîrana 2021ê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye