Wezareta Perwerdehiya Bilind: Îsal perwerdehî dê di nav kampusên zanîngehan de be

.

Wezareta Perwerdehiya Bilind a Herêma Kurdistanê ragihand; perwerdehiya îsal dê destpêka meha Îlonê di nav kampusên zanîngehan de dest pê bike. 

Wezareta Perwerdehiya Bilind a Herêma Kurdistanê ragihand; perwerdehiya îsal dê destpêka meha Îlonê di nav kampusên zanîngehan de dest pê bike.

Wezareta Perwerdehiya Bilind bi daxuyaniyekê diyar kir ku îro Wezîrê Perwerdehiya Bilind Dr. Aram Ehmed bi serokên tevahiya zanîngeran re civiya.

Di civînê de Wezîrê Perwerdehiya Bilind ragihand; proseya perwerdehiyê dê roja 1ê meha Îlonê û di nav kampusên zanîngehan de dest pê bike.

Dr. Aram Ehmed herwiha da zanîn, divê li tevahiya zanîngehan şîretên tenduristiyê bên bicîhanîn û tedbîrên xweparêziyê bên girtin.

Bi gotina Wezîrê Perwerdehiya Bilind, yek ji armancên hikûmetê di kabîneya nehem de ew e ku sîstema klasîk û kevn nemîne û sîstema xwendina Kurdistanê derbasî qonaxa modern û navdewletî bibe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye