Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ti kontenjanek neda zimanê Kurdî

.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê lîsteya xwe ya derbarê damezrandina 15 hezar mamosteyan de belav kir, lê di wê lîsteyê xwe de cih neda mamosteyên zimanê Kurdî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 3ê Îlona 2021an di daxuyaniyekê de amaje bi wê dabû ku ew dê 15 hezar mamosteyan damezrînin. 

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê îro 23ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya Twitterê lîsteya damezrandina wan mamosteyan li gor beşan, belav kir.

Wezareta Perwerdê di belavkirina wan mamosteyan bo ser beşan de jibilî mamosteyên zimanê Kurdî  cih da hemû beşên mamostetiyê.

Wezaretê di wê lîsteya xwe de ji bo damezrandina mamosteyên zimanên weke Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî hejmarek zêde ya konetajanan diyar kiriye, lê ji 15 hezar kontenjanan ji bo Kurdî ku tevî ne fermî be jî, li Tirkiyê zimanê duyem e, ti kontejanek diyar nekir.

Salane ji beşên Ziman û Edebiyata Kurdî yên li zanîngehên Mûş, Mêrdîn û Çewligê derdora 100 mamoste derdiçin.

Di damezrandina dawî ya Gulana 2021an de jî Wezareta Perwerdê ji 20 hezar mamosteyan tenê bo 3 mamosteyên Ziman û Edebiyata Kurdî kontejan veqetandibû.

Bi wê damezrandinê jî hejmara mamosteyên ku li dibistanên dewletê hatine damezrandin gihiştibû 79 kesan.  

Li gor lîsteya Wezareta Perwerdê belavbûna mamosteyan li ser zimanan wiha ye:

Erebî: 314 mamoste

Îngilîzî: 857 mamoste

Almanî: 171 mamoste

Tirkî: 698 mamoste

Fransî: 3 mamoste

Îspanî: 2 mamoste  

Îtalî: 1 mamoste

Koreyî: 1 mamoste

Farisî: 1 mamoste

Rûsî: 1 mamoste

Salane ji beşên zimanê Kurdî derdora 100 mamoste derdiçin û heta niha 79 mamosteyên Kurdî hatine damezrandina.

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ