Wezareta Navxwe ya Kurdistanê bersiva Goranê da

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Tevgera Goranê da, ku fermanberên Fermangeha Regeznameyan a Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kiribûn, ku di saxtekirina rengeznameyan de dest hebûne.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Tevgera Goranê da û red kir, ku ti fermanberên ser bi vê wezaretê ve destê wan di saxtekariya di hilbijartinan û çêkirina regeznameyên saxte de hebûbe.

 

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Dr. Samî Celal ji Rûdawê re ragihand, ew weke wezareta navxwe red dikin ku destê fermanberên wan di mijara saxtekariyê de hebe û diyar kir, eger ku Tevgera Goranê belge hene, bila wan bengeyan nîşan bidin.

 

Dr. Samî Celal herwiha got, xerakirina navan karekî nebaş e û mafê wan e ku rêkarên yasayî li hember wan tometan pêk bînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin