Wezareta Navxwe li ser nûçeyeke medyaya PKKê daxuyanî da

.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdiaya şandina kesekî bi navê Omer Bartan bo Tirkiyê, red dikin. 

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdiaya şandina kesekî bi navê Omer Bartan bo Tirkiyê, red dikin.

Daxuyaniya Wezareta Navxwe piştî wê yekê hat ku li kanalên ragihandinê yên PKKê bangeşeya wê yekê hatiye kirin ku goya kesekî bi navê Omer Bartan bi awayekî "çavê wî girêdayî" ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, bo Tirkiyê hatiye şandin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Em vê nûçeyê red dikin û weke hewleke din a ragihandina çewaşekar a PKKê dibînin ji bo xerakirina navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Di çend rojên borî de, ragihandina PKKê, nûçek belav kiriye ku goya kesekî bi navê Omer Bartan ê xelkê bajarê Tetwanê, bi awayekî çavê wî girêdayî, ji sînorê Îbrahîm Xelîl bo Tirkiyê hatiye şandin.

Em vê nûçeyê red dikin û weke hewleke din a ragihandina çewaşekar a PKKê dibînin ji bo xerakirina navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Loma ti bingeha vê nûçeyê tune ye.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye