Wezareta Navxwe: Lêkolînan derbarê êrîşa mûşekî dest pê kiriye  

.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn lêkolînan derbarê êrîşa mûşekî dest pê kiriye.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê  beriya bi demekê da zanîn saet: 09:30an îşev çend mûşek arasteyî bajarê Hewlêrê hatin kirin û çend mûşek li û dorûbera Hewlêrê ketin. Di encamê de  li gor zanyarîyên destpêkê çend kes birîndar bûne. Lêkolînên bi hurgîlî ji aliyê damûdezgehên emnî dest pêkirine.

Herwiha Wezareta Navxwe daxwaz ji ji hemwelatiyên li Hewlêrê kiriye li wan cihên hatine armanckirin dûr bikevin  û ew ê zanyariyên zêdetir belav bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye