Wezareta Karûbarê Şehîdan: Di şerê DAIŞê bi tenê 1755 Pêşmerge şehîd bûne  

.

Cîgirê Wezareta Şehîdan û Karubarê Enfalkiriyan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berîvan Hemdî dibêje xaka Kurdistanê bi xwîna Pêşmerge ji destê tîrorîstên DAIŞê hatiye parastin û bi tenê di şerê DAIŞê 1.755 Pêşmerge şehîd bûne.

Berîvan Hemdî ji BasNewsê re ragihand, ‘’Şer û rûberûbûna hêzên Pêşmerge ligel terorîstên DAIşê 1755 Pêşmerge şehîd bûne û 10 hezar Pêşmerge jî birîndar bûneû kemendam bûne û Pêşmerge kariye bi xwîna xwe parêzgariyê li xaka xwe bike.’’

Herwiha Berîvan Hemdî dibêje hêzên hevpeymaniyê bi êrîşa asmanî hevkarî kiriye di bordumankirina binke û baregehên DAIŞê, li ser zevî hîç hêzêk ji bilî  Pêşmerge û artêşa Iraqê li sînoreên xwe beşdarî di şerê DAIŞê de nekiriye, ji bilî wê eger azayiya Pêşmerge nebûya, DAIŞê  wê beşeke zêde ya xaka Iraqê û Herûma Kurdistanê dagir bikira.’’

Herwiha Berîvan Hemdî aşkere jî kir zorîneya şer û bakarên Kurdistanê xwedî Pêşmergeyên şehîd in di şerê DAIŞê de ev jî selimandiye ku take hêz ku efsaneya DAIŞê ji holê rakiriye Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bûye.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin