Wezareta Derve ya Amerîkayê: 3 berpirsên bilind ên Tirkîyê hatin sizadan

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de sizayên wî welatî yên li dijî Tirkîyê aşkere kirîye û ragihandîye, sê wezîrên hikûmeta Tirkîyê hatine sizadan ku yek ji wan Wezîrê Berevanîya Tirkîyê ye.

 

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatîye gotin, ku fermana serokatîyê gihîştîye destê wan, ji bo ku sizayên li dijî Tirkîyê bêne sepandin û bêne cîbicîkirin.

Li gor daxuyanîyê, hersê wezîrên Berevanî, Navxwe û Enerjî yên Tirkîyê ji ber êrîşa wî welatî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji alîyê Amerîkayê ve têne sizadan.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje, operasyona leşkerî ya Tirkîyê bo ser bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) metirsî li ser sivîlan çêkirîye û herwiha kempîna navdewletî ya li dijî DAIŞê lawaz kirîye.

Di berdewamîya daxuyanîyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî daye Tirkîyê ku eger li ser operasyona xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam be, Waşington dê sizayên zêdetir bi ser Enqerê de bisepîne û daxwaz dike, ku Tirkîye demildest operasyona xwe ya bo ser bakurê rojhilatê Sûrîyê rawestîne.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî şeva bihorî derengîya şevê di daxuyanîyê de aşkere kiribû,ku di demeke nêzîk de ew dê biryara sizadana çend berpirsên niha û berê yên Tirkîyê îmze bike û “siza dê wan kesan li xwe bigire ku alîkarîya çalakîya neseqamgîr a Tirkîyê li Sûrîyê didin.”

Trump herwiha dîyar kir: “Em dê danûstandinên xwe yên li gel Tirkîyê yên derbarê rêkeftina xwe ya bazirganî ya bi bihayê 100 milyar dolarî li gel Tirkîyê rawestînin. Herwiha em dê baca ser pola jî %50 zêde bikin.”

Çavkanî: Nêrîn Azad

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir