Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragehand: Operasyona Gare bi dawî bû

.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bidawîhatina operasyona wan a leşkerî ya li çiyayê Garê li dijî PKKê ragihand.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, operasyonên wan ên leşkerî piştî rojan li çiyayê Garê bi dawî hatin û hêzên asmanî vegeriyan cihên xwe.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê diyar kir, di operasyona li çiyayê Garê de 48 gerîlayên PKKê hatin kuştin û 2 gerîla jî dîl girtin.

Akar destnîşan kir jî, di operasyonan de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da zanîn, 13 welatiyên sivîl ku ji aliyê PKKê ve hatibûn dsteserkirin, di operasyonan de hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 10ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li çiyayê Garê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirine.

Duhî jî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmarek fermandarên leşkerî yên Tirkiyê serdana navçeyên sînorî ên bi Herêma Kurdistanê û navenda rêveberiya operasyona “Pence Kartal-2” re kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin