Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Li Gare 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand di operasyona îro ku li Çiyayê Gare hatiye destpêkirin 2 leşkerên me hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê do serê sibê ragihandibû ku hêzên wan operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de û li Çiyayê Gare dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê herwiha bi helîkopteran leşker li ser Çiyayê Gare danîne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, ku operasyon di saet 02.55ê 10ê Sibata 2021 de û bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin û berdewam e.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Medyayên nêzîkî PKKê jî belav kirine, ku şerekî giran li Çiyayê Gare dest pê kiriye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye