Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ji bo her du lîwayên hevbeş dicivin

.

 Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, bi mebesta pêkanîna du lîwayên hevbeş ligel Wezareta Pêşmerge gihişt Hewlêrê.

Hat ragihandin ku di civîna şanda Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de, wê guftûgo li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş bê kirin.

Li gor zanyariyan her du alî di vê civînê de guftpgoyê li ser aliyê teknîkî yên pêkanîna wan her du lîwayan û cih û erkên wan dikin.

Beriya niha rêkeftin li ser pêkanîna wan her du lîwayên hevbeş di navbera her du aliyan de hatibû kirin ku mebesta wê rêkeftinê dabînkirina ewlehiya rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bû.

Li gorî daxuyaniyên berê yên Wezareta Pêşmerge, wê destpêkê ew her du lîwa werin rahênankirin û piştre li cihên diyarkirî werin bicihkirin, bi taybet jî li sînorê Kerkûk, Xaneqîn û Tikrîtê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye