Weşanxaneya Zarokan Hîva ji bo zarok li mal aciz nebin çîrokan dixwînin

Weşanxaneya Hîva jî niha her roj çîrokek ji bo zarokan dixwîne. Di nav van çîrokan de yên kovara Ronahîyê de di sala 1942 de hatîye weşandin 'Şêr û Kêvroşk' jî heye.

Navenda Nûçeyan - Weşanxaneya Zarokan Hîva ji bo ku di van rojên Coronayê de zarok û mezin li mala xwe bin û aciz nebin çîrokan Kurdî dixwînin û li ser kanala xwe ya youtubê û li ser tweeterê parve dikin. Pepûk, Çûçik û Pîrê, Hebîbê Necar çîrokên gelêrî yên ku ji alî Ulku Bîngol hatîye berhevkirin û hatîye xwendin heta niha hatîye weşandin.

Di vê çarçoveyê de Hîvayê jî xebatek daye dest pê kirin û li gor vê her roj ew çîrokek ji bo zarokan dixwînin û wê ji ser hesabê xwe yê Youtube re parve dikin. Çîrokên di Kovara Ronahîyê de di sala 1942 de hatîye weşandin jî wek Şêr û Kêvroşk, Xezna Koseyan, Dîk û Kîso, Şêr û Kîso jî dîsa ji alî Ulku Bîngol ve hatîye xwendin. Her wiha Çîrokek bi navê ‘Xewroşka Welatê Maran’ ya Ulku Bîngol li ser Youtubê heta niha hatîye weşandin.

Ji bo van çîrokan hûn dikarin ji ser hesabê wan re guhdarî bikin.

 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest