Weşanxaneya Avestayê Xelata “Azadîya Fikrî” wergirt

Weşanxaneya Avestayê ji alîyê Yekîtîya Weşangerên Tirkîyê va hêjayî Xelata Azadîya Fikrî ya sala 2019an hat dîtin û hat xelatkirin.

Navenda Nûçeyan- Doh roja pêncşemê li bajarê Stenbolê di merasîma Xelatên Azadîya Fikrî ya sala 2019an a Yekîtîya Yekîtiya Weşangerên Tirkîyê da Weşanxaneya Avestayê bi Xelata Azadîya Fikrî ya sala 2019an hat xelat kirin.  Xwedîyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn di merasîma wergirtina xelatê da amade bû û xelata ji destê Serokê Yekîtîya Weşangerên Tirkîyê Kenan Kocaturk wergirt.

Herwiha piştî wergirtina xelatê Abdullah Keskîn axaftinek kir û behsa kitêbên Avestayê yên ji alîyê dozgeran va dihêne qedexekirin kir û da zanîn k udi nava çend salên dawîyê da bi dehan kitêbên wan hatine qedexekirin lê wan ew yek nekirîye rojeva xwe û li ser karên xwe berdewam bûne.

Di berdewamîya axaftina xwe jî da Abdullah Keskîn da ragihand ew vê xelatê diyarî Ekrem Yaşli (li Çanakkaleyê ji ber ku kurdî axivîye rastî êrîşa nijadperestan hatibû) û dîyarî Şîrîn Tosun dike (li bajarê Sakaryayê ji ber kurdî axivîbû rastî lînckirinê hatibû û di encamê de piştî 50 rojên li nexweşxaneyê miribû) dike.

Weşanxaneya Avestayê di sala 1995an da ji alîyê Abdullah Keskîn va li Stenbolê hatîye avakirin. Weşanxaneya Avestayê heta niha derbarê kurdan da zêdetir ji 700 kitêb çap û belav kirine.

Di çend salên dawiyê da bi dehan sazî, radyo, televizyonên kurdan ê bi kurdî kar dikin li Tirkîyê hatin girtin. Herwiha Weşanxaneya Avestayê rûberûyî gelek zext û fişaran dibe û di nava çend salên dawîyê da nêzîkî 20 kitêbên Avestayê jî ji alîyê dozgerên Tirkîyê da hatine qedexekirin.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Serokwezîr Barzanî li ser pevçûnên li Silêmaniyê daxuyaniyek da
Di şerê Silêmaniyê de 3 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da
AMERÎKAYÊ DU ÇEKDARÊN DAIŞ'Ê LI SÛRIYÊ KUŞTIN
Saziyên Zimanê Kurdî: Ev helwesta înkarê ye
Pirtûka helbestan a Abdulla Peşêw bi Fînlandî derket