Weşanger û nivîskar Azad Zal hat girtin

Çend roj berê 45 kes ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibûn binçavkirin. Ji wan 15 kes hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de weşanger Azad Zal jî heye.

Navenda Nûçeyan - Di nav 45 kesên hatibûn binçavkirin de endamên Dayikên Aştîyê, nivÎskar, weşanger, sîyasetmedar hebûn. Piştî 4 rojên binçavkirinê duh ew derxistin pêşberî dadger. Dadger ev 14 kes bi gotina "Endamtîya rêxistinê" tewqîf kirin: Dayika Aştîyê Makbule Ozbek, weşanger Mehmet Gungormuş (Azad Zal), Fesih Balbey, Mehmet Cahit Ay, Emrullah Zumrut, Adil Ercan, Mustafa Alimterin, Tevfik Kaçar, Yildiz Damla, Enver Çelik, Erdal Bayram, Fedai Akar, Jîyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahit Şik

Di dema serdegirtina mal û sazîyan de bi ser Weşanxaneya J&J de jî girtibûn û polîsan dest danîbû ser hin pirtûkên J&J'yê jî. Piştî lêgerînê weşanger û niviskar Azad Zal jî hatibû binçavkirin.

Azad Zal kî ye?

Weşanên J&J yek ji weşanxaneya naskirî ya kurdan e. Heta niha bi sedan pirtûk weşandine ku tenê di sala 2019'an de 66 pirtûk gihandibûn ber destên xwendevanan. Azad Zal bi navê xwe yê di nasnameyê de Mehmet Gungormuş xwedî û edîtorê weşanxaneyê ye Zal, ligel weşangerî ew bi xwe jî dinivîse û heta niha çend pirtûkên wî derketine. 

Zal di sala 1972'yan de li Sûra Amedê hatîye dinê. Di nav Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê de cih girtîye. Herî dawî di nav Tora Ziman û Çanda Kurdî de jî cih girtibû. Bi navê "Teşî", "Rêwî", "Zimanê Kurdî" û "Sûzê û Hirç" çar pirtûkên wî heta niha derketine. Zal di heman demê de edîtorîya kovara Psychology Kurdî jî dikir.

 

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’