Werzişvanê Kurd Cemîl Karahan bû şampiyonê Swêdê

.

Werzişvanê Kurd ê judoyê Cemîl Karahan li Swêdê pileya yekem bi dest xist bû şampiyon û dê beşdarî şampiyoniya cîhanê jî bibe.

Werzişvanê Kurd Cemîl Karahan beşdarî tûrnûvaya judoyê ya ku li Stockholmê hat lidarxistin bû û hemû werzişvan ên herêmî bûn.

Cemîl Karahan ji Rûdawê re got, “Ez gelekî kêfxweş im ku wek Kurdekî min karibû li Swêdê pileya yekem bi dest bixim. Pêşbirk di kîloya 100 kg de bû û min karî rikeberên xwe bişkînim û bibime yekem.”

Cemîl Karahan anî ziman, “Piştî vê tûrnûvayê û bi destxistina pileya yekem, ez dixwazim di nav du mehan de xwe ji bo Şampiyoniya Cîhanî ya Ebû Dabî amade bikim û dixwazim ji bo cihên herî bilind pêşbirkê bibim û nav û dengekî bi dest bixim.”

Cemîl Karahan ê 31 salî li navçeya Dêrik a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1998an de bi malbata xwe re koçî Swêdê kiriye, ji wê demê ve li wir dijî, werzişvanê Kurd berî niha beşdarî çendîn turnuvayên navxweyî, Ewropa û navdewletî bûye û gelek madalya bi dest xistine. Cemîl Karahan kurê nivîskar û helbestvanê Kurd Enwer Karahan e.

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye