Wergera peyama ku Xwedê jê razî Feqîr Cirdo, ilimdarê Çiyayê Şengalê ê rêzdar, ji bo 10mîn salvegera komkujiya Şengalê bi deng ji min re şandiye:
„Destpêk û Silav:
Ev çax û demê we bi xêr!
Silavên min ji hemû insanên Xwedê re hene. Heçiyê li vê dinyayê bi însanî bimeşe, silavên min ji hemûyan re hene.
Afirandina Dinyayê û Felsefeya Jiyanê:
Rebbil Alêmîn ev dinya çêkir û bi taam, lezzet û xweşî ji we re anîye vê dinyayê. Divê qenciya Rabbê we li bîra we be. Tiştê di dilê Rabbê we de ne xweş be, hûn nekin. Rabbê we hûn neşandîne ji qetil û xwînê re ku hûn mala yekî xerab bikin. Mirin bi emrê Rebbel Alêmîn e; Izrayîl û Cibrayîl ew ruhî didin û ew ê ruhî bibin.
Beşer anîye vê dinyayê ji xêrê re, ji ebadetê re, ji xîretê re û ji alîkariyê re ku hûn ji hevûdu re bikin. Ew beşer ku fêde dike li hatina erdê û dibêje: "Ez hatime dinê cerba dîna, dewreya min min dielimîne." Fikrê xelkê min naxapîne; ew beşer nacah dibe û rûspî dibe.
Hewildanên Mêrê Bi Bext û Mirovê Xwedênas:
Di fermanê de mêrê qenc be, li ber gula xwiya dike; mêraniya wî di beynê de xwiya ye.
• Mêrê bi edeb be: Heke çû bajaran, di nav xelkê de çû, xwiya dike edebê wî; beyraqa wî ya rakirî nîşan dide ku ew beşerekî bi edeb e.
• Mêrê bi bext be: Baweriya xelkê lê tê.
• Mêrê rastgo be: Hevaltiya xelkê lê tê.
• Mêrê bi edaret (edalet) be: Xelk hesabê wî dike. Dibêjin: "Zilamekî bi edare e, li ba xelkê bi hesab e." Xelk hesabê wî dike, hesabê wî li ba xelkê heye.
• Mêrê ahlê xêrê be: Mirovetiyê bimeşîne, tifaqê di nav beşer de çêke... Ew şixul hemû di dilê Xudê de xweş in ku beşer bike û bimeşîne.
Heke beşer ne ker û kor ba, wê qenciya Rabbê we di bîra wî de ba. Ev dinya ji te re çêkir; taamet, lezzet û xweşî anî ku wê insanetiyê bimeşîne û wê hesabê batina Xudê bike... Rebbel Alêmîn hukumetekî batinî heye ku muqabilî dinyayê ye.
Piştgirî û Cûamêrî :
Beşer heke cûamêr be, xesaleta xelayî kivş e... Ew destê hevalê xwe digire, ew hevalê xwe bi xwe re radike. Hevalê xwe naêxe, hevalê xwe bi xwe re radike. Cûamêriya wî û ew xesaleta xelayî kivş dibe; di hevaltiya xelkê de, hevalê xwe bi xwe re radike û kivş dibe.
Heke ev şixul li ba yekî hebin... Ew ê bêje: "Mala Xudê ava!" Heke bi emrê mezin be jî, ew ê bêje: "Mala Xudê ava, me ev şixulên qenc kirine, mala Xudê ava." Dilê wî bi kêf e; heke mirina wî nêzîk bûbe jî, dîsa dilê wî bi kêf e.
Mirovê Fesad û Zordar :
Gava beşerê fesad be, xelkê berde ber yek, bêbext be... Şahezoriyê bike, mala emanet bixwe, çavê wî li namûsa xelkê be, zordarî bike û neheqiyê li namûsa xelkê bike...
Heke mezin be jî ew ê bêje: "Wax min mala xwe bi destê xwe xerab kir! Axret heye, Xudê heye û batin heye... xwezî min nekira!"
Xilasî û Bangewazî:
Vêca, hîn hûn li ser erdê ne, nîva xwe û batinê serrast bikin. Rahma Xwedê a tijî li erd û azmanan e. Şixulên qenc bikin, bibin ahlê xêriyê, xêrê bikin û ebadetê bikin.
Rastiya Xwedê... Bila şixulên baş çêbibin da ku rahm bi we be. Tiştên dîtir li ser nekin heta ku Rabbê we ji we diqehire û batina Xwedê ji we diqehire. Ew hemû li ba batinê kivş e...
Û bi xatirê we!“
Xwedê û Xwedanê Feqîr Cirdo yê ilimdarê Çiyayê Şengalê jê razî bin!
Hêvîdarim ev wergera ku min ji ber dengê wî ye ku, beriya du salan hatiye nivîsandiye bi dilê Xwedê jê razî Feqîr Cirdo be !
Kemal Tolan Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopiyên Êzdîtiyê