Weqfa Mezopotamyayê 21ê Sibatê pîroz kir û mizgîniyek da: 'Rêbera Rastnivîsînê çap bû'

Weqfa Mezopotamyayê ya ku bi xebatên kurdî tê zanîn û ‘Rêbera Rastnivîsînê’ çap kir, 21ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û got ku hemû ziman mîrateya mirovahiyê ne

Weqfa Mezopotamyayê ya ji bo zimanê kurdî gelek xebatan bi rê ve dibe, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Weqfa Mezopotamyayê wiha ye:

“Weqfa me ev sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bi kurdî xebatên xwe yên li ser zimanî didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herweha bi rêbera rastnivîsîna bêjeyan hebû. Di vê çarçoveyê da di bin banê weqfa me da, di sala 2015an da Komxebata Kurmancîyê hat avakirin. Gelek zimannas û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser zimanî didomînin.

Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da heye û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji beşên kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, kurdîya kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Ji ber vê yekê me serê ewil xebata ‘Rêbera Rastnivîsînê’ da pêşîya xwe û piştî gelek komcivînan me xebata xwe bi dawî kir û wekî pirtûk çap kir.

Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em vê xebata xwe pêşkêşî raya giştî dikin û dibêjin, hemû ziman mîrateya mirovahîyê ne. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.” 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin