Generalê Kurd Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Munîha Almanyayê li tenişta hev wekî endamên tîmekê li ser maseyê li hemberî berpirsên Amerîkayê rûniştin.
Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, wêneyê wan "hêjayî hezar gotinan e."
Li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya New Yorkê berpirsekî bilind ê Sûriyeyê hûrgiliyên pişta wê wêneyê ji Rûdawê re eşkere kirin.
"Demeke dîrokî bû"
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Olabî ji Rûdawê re ragihand:
"Derbarê Munîhê de, bê guman ew demeke dîrokî bû.
Sûriye, wekî çawa pêwîst e wisa be, bi yek şandeyê û bi hemû pêkhateyên xwe ve beşdar bû.
Ew wêneyê ku hevkarên te amaje pê dikin bi Wezîr Rubio re bû.
Ez niha bi hevkarên xwe yên li Munîhê re axivîm û wan got, civîn gelekî berhemdar bûye. Ew ji bo me hemûyan demeke mezin bû."
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî roja înê li ser mijara Sûriyeyê civiya.
Piştî tekezîkirina li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê, piraniya welatan pêdagirî li ser mafên Kurdan kir.
Mafên Kurdan û yekparçeyiya axê
Alîkara Nûnerê Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Tammy Bruce got:
"Em her wiha piştgiriyê didin Biryarnameya Komarî ya hejmar 13an û li benda bicihanîna temam a wê ne.
Ew rêkarên ku di vê biryarnameyê de bi hûrgilî hatine, tekez dikin ku Kurd beşeke danebir a Sûriyeyê ne û rê xweş dikin ji bo beşdariya wan a temam di nexşandina paşerojeke aram û bipêşketî de."
Her wiha Nûnera Rûsyayê ya Neteweyên Yekbûyî Anna Evstigneevayê got:
"Bi liberçavgirtina berjewendiyên hemû netewe û olên ku civaka Sûriyeyê pêk tînin, di nav de Kurd jî."
Nûnera Danîmarkayê ya Neteweyên Yekbûyî Christina Lassenê jî amaje bi wê yekê kir, "Ji bo dabînkirina maf û parastina hemû sivîlan, di nav de Kurd jî."
Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jay Dharmadhikari got:
"Niha ev peymana tevlîbûna (Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD) li nav dezgehên leşkerî, ewlehî û îdarî yên dewleta Sûriyeyê diçespîne, di heman demê de mafên siyasî yên Kurdan li Sûriyeyê dabîn dike; pêwîst e Konseya Ewlehiyê piştrastiyê bide di bicihanîna bibandor a vê peymanê de."
Peymana HSD û Şamê
Meha borî bi navbeynkariya Amerîkayê, hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihiştin peymanekê.
Beşeke mezin a vê peymanê hatiye bicihanîn wekî rêdayîna bi hêzên ewlehiyê yên ser bi Şamê ve da ku bên nav bajarên Kurdan, her wiha radestkirina hinek saziyên îdarî ji bo desthilata hikûmeta Sûriyeyê lê beşeke peymanê ne zelal maye; wekî mînak nayê zanîn paşeroja şervanên jin ên Kurd dê çi be.
Li ser wê mijarê jî Rûdawê ji Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî pirsî, “Çend lîwa ji bo HSDyê hatine terxankirin, gelo tiştek ji wan lîwayan dê ji bo şervanên jin ên Kurd bin?”
Di bersivê de Olabî got, "Derbarê lîwayan û wan hûrgiliyan de, bê guman ev mijar in ku pêwîst e berdewam kar li ser were kirin û werin zelalkirin lê tiştê ku zêde mebesta me ye û em pê kêfxweş in ew e, ev bi rêya guftûgo û pêwendiyê tê kirin."
Paşeroja şervanên jin
Lê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser paşeroja jinên şervan qiseyeke wisa nekiriye.
Sekreterê Giştî her tim tekezî li ser beşdariya temam a jinan di civakê de kiriye.
Rûdawê jê pirsî, di wê çarçoveyê de gelo hûn bawer dikin ku jinên şervan ên Kurd divê bibin beşek ji saziya parastin û ewlehiyê ya Sûriyeyê?
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di bersivê de ji Rûdawê re got:
"Bê guman, pabendiya Sekreterê Giştî ya bi beşdariya temam a jinan di tevahiya civakê de, çi di warê siyasetê de be yan di warê ewlehiyê de, neguhertî maye.
Ez bawer dikim em wan mijaran ji bo wan guftûgoyan dihêlin ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de berdewam in, da ku hûrgiliyên wan pirsgirêkan yekalî bikin."
Serokkomarê Sûriyeyê biryarek derxistiye ku mafê çandî, ziman û nasnameyê ji bo Kurdan vedigerîne lê mafê beşdariya siyasî û birêvebirina îdarî ya navçeyên ku piraniya wan Kurd in dibin beşek ji daxwazên sereke yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê.
Rûdaw