WÊNE – Geştek bo Gola Bêkodyan

.

Gola Bêkodyan ku ji ava berfê pêk hatiye, bilindtirîn gol e li Iraq û Başûrê Kurdistanê û di navbera lûtkeya çiyayên Pirxêlnid û Qered li zincîre çiyayê Hesara Sekran e ku dikeve nav sînorê qezaya Çomanê.

Berziya wê gola ji ava berfê li ser asta rûyê derya 3150 metre ye û di naverasta meha Tîrmehê de jî berf her li wê deverê heye.

Rûberê gola Bêkodyan nêzikî 300 metre dûca ye û çavkaniyên wê yên avê, kanî û ava berfê ye ku dihele.

Rojane geştyar û çiyavan ji bo dîtina wê golê rêyeke dirêj dibirin û xwe digihînin wê deverê.

Grûpa Deng û Rengê Sirûşta Kurdistanê, geştek bo wê herêmê pêk anî û ew grûp behsa wê dike ku rêya çûna bo golê gelek zehmet e û beşek ji endamên grûpa wan nekarîne xwe bigihînîn wê bilindahiyê.

Herwiha grûp tekeziyê li ser wê dike ku divê zêdetir girîngî bi wê navçeyê bê dayîn û weke cihekî geştyarî yê cîhanî bê vekirin.

Wêne: Mehdî Ferec/RÛDAW

 

30-05-2021 1

30-05-2021 1

30-05-2021 1

30-05-2021 2

30-05-2021 2

30-05-2021 2

30-05-2021 2

30-05-2021 3

30-05-2021 3

30-05-2021 3

​​​​​​​

30-05-2021 3

30-05-2021 4

30-05-2021 4

30-05-2021 4

30-05-2021 4

30-05-2021 5

30-05-2021 5

30-05-2021 5

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe