Welatperwerê kurd Ali Güneş koça dawî kir

Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadiya Kurdistanê Ali Güneş doh ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da. Güneş, îro li Tetwanê bi awayî girseyî hat binaxkirin.

Di cenazeyê de piştî merasîma olî ewilî kurê wî yê mezin Ednan li ser jiyana bavê xwe hestên xwe anîn ziman û sipasiya beşdaran kir.

Dûvre Bedirxan Epözdemir axivî.

Piştî merasîma li ser mezel, li Otêla Kardelenê şîna wî hat danîn.

Rêveberî, endam û dostên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên Amed, Sêrt, Wan û Mûşê digel Serokê Şaredariya Konukbeklerê ya girêdayî Mûşê Mahmut Subaşı, beşdarî merasîma şînê bûn.

Rêveberî û endamên PAKê gotin: "Em dibêjin cihê wî bihuşta rengîn be. Xwedê wî bi rehm û kerema xwe şad bike. Qebrê wî ronî be. Bila serê malbatê, serê dost û heval û heskiriyên wî sax be. Em sebr û metanetê dixwazin. Ew ê gelê Kurdistanê ti car wî jibîr neke." 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin