Welatiyên li Kerkûkê daxwaza asayîkirina rewşa bajarê xwe dikin

.

Nişteciyên bajarê Kerkûkê ji rewşa serbazî ya bajarê xwe nerazî ne û daxwaz dikin ku rewş were asayîkirin. 

Nişteciyên bajarê Kerkûkê ji rewşa serbazî ya bajarê xwe nerazî ne û daxwaz dikin ku rewş were asayîkirin, ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an û êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bo ser Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi ser wan de hatiye sepandin.

Nêzîkî çar sal e desthilateke serbazî bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin, xelkê bajêr diyar dikin ku ti hincet nemaye ji bo berdewambûna bi vê şêweyê, ji bilî Kurdan, Tirkmen jî ji rewşa niha ya bajarê xwe nerazî ne û îdareya Kerkûkê bi handana erebkirinê û nedadperweriyê tohmetbar dikin.

Parlamenterê berê yê Iraqê û Endamê Lijneya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdullah li ser vê mijarê diyar kir; hewldanên ji bo asayîkirina rewşa bajêr berdewam in û karên lijneya wan jî, qonaxeke baş biriye.

Ligel nêzîkbûna dema hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, Kurd dixwazin bi hêzeke mezintir li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê beşdar bibin.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin