Welatên Ereb êrîşa ser Hewlêrê şermezar kirin

.

Welatên Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Îmarata Erebî, Urdin û Misrê êrîşa terorîstî ya ser Hewlêrê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de êrîşa teroristî ya şeva borî li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Siûdiye êrîşa li ser teroristî ya li ser Hewlêr û firokxaneya wê şermezar dike, ev êrîş li ser ewlehî û aramiyê Iraq, navçeyê û geştên asmanî gef e û keda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya alîkariya bi Iraqê re û şerê li dijî DAIŞê lawaz dike.

 Sekreterê Encûmena Hevkariya Kendava Erebî Nayif El-Hicrif êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û hevbendiya Encûmenê bi Iraqê re ji bo şerê li dijî terorê û bicihkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê nîşan da.

Li aliyê din Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îmarata Erebî êrîşa teroristî ya li ser Hewlêr û derdora wê şermezar kir û ragihand, “Îmarata Erebî her dem van tawanan û hemû awayên tundûtûjî û terorê yên ewlehî û aramiyê têk didin bi tundî red dike.

Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îmarata Eredî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan nîşan da û hêvî xwast birîndar zû baş bibin.

Wezareta Derve ya Urdinê jî di daxuyaniyekê de êrîşa teroristî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, armanc ji wê êrîşa terorîstî, têkdana ewlehî û aramiya navçeyê ye û li dijî hemû binemayên mirovahiyê ye.

Ajansa “Betra” a Urdinî li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê belav kiriye, “Şahinşahiya Urdinê bi her awayî tundûtûjî û terorê red dike ku hemû civakê bê cudahî dike armanc.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye