Welatekî din ê Ewropayê Hizbullaha Lubnanê xiste nav lîsteya terorê

Serbiya, Hizbullaha Lubnanê dixe nav lîsteya terorê, Amerîka jî pêşwaziyê lê dike û dibêje, ev pêngaveke din a girîng bû bo sînordarkirina wê grûpa terorîst ser bi Îranê li Ewropayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de dibêje: “Serbiya ev pêngav avêt, piştî ku Trump karî rolê di pêşdebirina peywendiyên aborê yên navbera Serbia û Kosovoyê de bibîne, niha herdu welat ber bi bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn gavan diavêjin.”

Pompeo got: “Di dema borî de Hizbullah li Ewropayê berdewam bi kiryarên terorîstî, pîlangêrî û xirab bikaranîna teknolojyayê ve mijûl bû, herçiqas pere jî pêwîst bû bidest xistiye, lê êdî hindik maye kiryarên Hizbullahê li Ewropayê bidawî bibin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku pêngavên bi heman awayî biavêjin, Hizbullaha Lubnanê bixin nav lîsteya terorê û got: “Almanya, Litwanya û Brîtanyayê jî sala derbasbûyî pêngavên wiha avêtin.”

Hizbullaha Lubnanê sala 1982an hatiye damezrandin, partiyeke siyasî û grûpeke çekdar a Îslamî ya Şîe ye li Lubnanê, piştî mirina Ebas Mûsewî di sala 1992an de, Hesen Nesrullah bûye sekreterê giştî yê wê partiyê.

Dostên herî xwiya yên Hizbullahê ji Îran, Sûriye û hinek grûpên çekdar ên Şîe li Iraq, Yemen û Afganîstanê pêk tên. Lê neyarên wê jî gelek in, wek: Amerîka, Îsraîl, Kanada, Siûdiye, Bahrên, Brîtanya û hejmarek welatên din ên Ewropa û Amerîkayê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike