Wekîlê Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge di amadebaşîya temam de ye!

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê dibêje, terorîstên DAIŞê li benda firsendê ne êriş bikin ji ber wê jî Pêşmerge di amadebaşîya temam de ye.

Navenda Nüçeyan- Wekîlê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn ji BasNewsê re got, wezîrê Pêşmerge civîneka berfireh bi fermandeyên Pêşmerge re li dar xist. Di civînê de hat gotn ku divê Pêşmerge di amadebaşîya temam de be.

Serbest Lezgîn li ser sebebên wê yekê jî got, ji ber ku terorîstên DAIŞê xwe amade dikin êriş bikin û li benda firsendê ne. Bi taybet li deverên Hemrîn, Xaneqîn, başûrê Kerkûkê, rojavayê Kerkûkê, Qereçûx, Mûsil û çend deverên din, livînên DAIŞê zêde bûne lê Pêşmerge çavdêrîya wan dike.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge li ser sekinandina perwerde û rahênana Pêşmerge jî got, ew demkî ye û dê dîsa li ser perwerdekirina Pêşmerge berdewam bin. Ti guhertinek di wê yekê de çênabe.

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir