Kemal Tolan
Wek nivîskarekî Êzdî ji vê peymana nû ya Sûriyeyê hêvî dikim ku , ew mafê aştî, azadî û aramiyê di tevahiya Sûriyeyê de pêşbixîne, û gelan ji şer, tirs û bêdadîyê xilas bike. Bi taybetî, hêvîdar im ku ev pêvajoya siyasî li herêmên Kurdî şertên jiyaneke ewledar û azad biafirîne.
Lê bi heman demê, ez dixwazim bi eşkere bêjim: aştî û aramî divê ne bibin amûrekî asîmîlasyonê. Gelê Kurd, li Sûriyeyê, divê di pêşerojeke nêzîk de wek Kurd bimîne, bi ziman, çand û nasnameya xwe. Yekîtîya welatê heke bi winda kirina nasnameyê were avakirin, ew ne aştî ye, lê formeke din a zorlî ye.
Ji bo min wek Êzdî, ev peyman divê her weha mafên me wek komeke etno-olî bi rêz bigire û her kes bizani be ku, em Êzdî ne tenê komeke olî ne; em xwedî dîrok, ziman, çand û kevneşopên Kurdî yên herî kevn in. Heke nûnerên Êzdiyan di amadekirina vê peymanê de nebe bûn, wê gavê erk li ser yên ku peyman amadekirine ye ku mafên me bi deng û bi nivîs biparêzin.
Ez ne li dijî aştî me, ne jî li dijî hevjiyana gelan im. Bi rastî, ez bawer dikim ku, aştîya rastî tenê di nav rêz û edaletê de tê avakirin. Heke her gel — Kurd, Êzdî û yên din — xwe di vê welatê de bibîne, wê aramî dirêj bimîne.
Di heman demê de, ez hêvî dikim ku Êzdiyên li nav herêmên Kurdî dijîn, bi xwe re bin, xwe birêxistin bikin, û hevgirtineke xwe ya civakî û şertdar ji bo bicîhkirina mafên xwe yên etno-olî pêk bînin. Maf nayê bi hêvîyê tenê; maf bi yekîtî, bi deng û bi şertên zelal tê parastin.
Armanca min sade ye: Sûriyek bi aştî û azadî, bi şert ku Kurd li wir wek Kurd bijî, û Êzdî wek Êzdî bi maf û rêz were naskirin.
Ev hêvî ne xwestina taybet a komekê ye; ev bangeke insafê û hevjiyana rastî ya Nivîskar: Kemal Tolan e