Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo 423 kesan bigire kar îlan vekir û 41 hezar kes ji bo kar serî li şaredariyê da. Ev serlêdan bêkariya li bajêr radixe ber çavan.
Di daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê de (TUÎK) her ku diçe bêkarî kêm dibe. Lê hejmara serlêdanên kar a li Amedê wêneyê rast ê bêkariyê dide nîşandan. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye ji bo 423 personelan bigire kar di 22’yê adarê de li ser înternetê îlana serlêdana kar vekir. Serlêdan di 24’ê adarê de bi dawî bûn.
ÎDEAYA 41 HEZAR SERLÊDANAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî mijarê de tu daxuyanî nedan, lê hat îdiakirin ku ji bo 423 kesên bi rêbaza peşk bigirin kar 41 hezar kesan serî lê daye. Vê yekê rêjeya bêkariyê ya li bajêr jî raxist ber çavan.
ÎDIAYA JI BO KAR PERE KOMKIRIN E
Welatiyan diyar kir ku weke girtinên kar ên beriya niha ji bo temînata girtina kar ji hin kesan pereyekî zêde hatiye wergirtin. Komîsyonên di bin banê şaredariyan de hatine avakirin wê guncavbûna serlêdanan lêkolîn bikin. Her çiqas bê diyar kirin ku wê piştî lêkolînê di pêşberî Noter de peşk bê kişandin jî hat bibîrxistin ku girtinên kar ên beriya niha li avahiyên navend û navçeyên AKP’ê hatin amadekirin û wisa pêşkeşî noter hatin kirin.
/MA
Kurdistan Haberleri
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin