’Wax wax; Ka li van Bedlîsîyên me binêrin!’

Helbet divê meriv li hember trajedîyan dengê xwe bilind bike, lê wexta di vî warî de dubendî û dubelmoralî hebe; ev bi xwe trajedî ye.

Li gor DHAyê di 2.12. 2016ê de 40 rêxistinên sivil û demokratîk li ber Zanîngeha Eren a Bedlîsê civîyane û ji bo kesên ku li Helebê jîyana xwe ji dest dane daxuyanîyeka çapemenî belav kirine û reaksîyona xwe nîşan dane.

Li ser navê rêxistinan Serokê Konseya Xwendekaran Berk Yasîn Şefkatlîoglu gotîye; ”birayên wan yên li Heleba Sûrîyeyê li ber çavên dinyayê ev 6 sal in bi sîstematîk qetil dibin, ev dilê wan parçe parçe dike; hemû nexweşxaneyên bajêr hatine bombebarankirin û li nexweşxaneyan birîndarî ji mirinê xerabtir e; lê li hember van kiryaran NY, YE Û DYA bê deng in û sê maymûnan dilîzin. Lê gel vê rewşê bêdeng mayîn, bê axlaqî û bê ujdanî ye û divê ew dengê xwe bilind bikin.”

Helbet divê meriv li hember trajedîyan dengê xwe bilind bike, lê wexta di vî warî de dubendî û dubelmoralî hebe; ev bi xwe trajedî ye.

A ha bi vê nûçeyê dîyar dibe ku dewleta Tirk çi anîye serê miletê kurd; derdê wan ji wan daye bîrkirin û bi devê rêxistinên wan yên sivîl û demokratîk dixwaze çi peyamê bide raya giştî ya cîhanê. Bedlîsê divê neyên listîka dewleta Tirk.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin