Washington Times: Ebadî mafên kurdan binpê dike!

Rojnameya navdar ya Amerîkî, Washington Times dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî qanûn û Destûra wî welatî binpê dike.

Rojnamevanê Amerîkî yê bi navê Rîçil Avraham, di rojnameya Washington Times de gotarek belav kiriye û behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Wî rojnamevanê Amerîkî diyar kiriye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ew beşên Destûrê yên girêdayî mafên kurdan in, binpê kiriye.

Wî rojnamevanî daxwaz ji hikûmeta Amerîka kiriye fişarê bixe ser Ebadî da ku Destûrê bicîh bîne û mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin