Washington Post: Êrîşa ser Balafirxaneya Hewlêrê bi dronên Îranê hatiye kirin

.

Hat ragihandin ku li gor encamên destpêkê yên lêkolînên hatine kirin, êrîşa dawî ya ya ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi balafirên bêpîlot ên piçûk ên Îranê hatiye kirin ku komeke milîsên îranî ew êrîş li xwe girtibû.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî ragihandiye ku li gorî encamên destpêkê yên lêkolînên berdewam, êrîşa ku ji aliyê milîsên Îranê ve li ser Balafirxaneya Hewlêrê hatibû kirin, bi balafirên bêpîlot yên Îranî bûye.

Washington Postê diyar kiriye, êrîş bi dronên biçûk hatiye kirin û bi nizmî firîne daku sîstema berevaniya esmanî ya Amerîka nikaribe bi awayekî berdewam çavdêriyê bike û rê lê bigre.

Li gor zanyariyan, hêzên Amerîkayê  destpêkê ji dûrahiya nêzikî 17 kîlometre haya wan ji hatina balafira bêpîlot çêbûye û piştî ku ew drone hatiye nav rêya asmanî ya balafirên sivîl û ji ber asta nizm a firînê ji sîstema çavdêrîya Amerîkayê winda bûye û paşê jî êrîş kiriye.

Rojnameyê daye xuyakirin ku lêkolînên destpêkê yên Amerîkayê li ser paşmayên dronê nîşan didin ku ew droneke Îranê ye.

Herwiha hatiye gotin ku berpirsên Amerîkayê, ji wan Hevahengkarê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn Brett McGurk, pêşniyara bersivdana Îranê daye Serokê Amerîkayê Joe Biden, lê Biden red kiriye.

Koma çekdar a bi navê Seraya Ewlîya el-Dem berpirsyariya wê êrîşê li xwe girtibû û gotibû, êrîşa wan binkeyeke MOSSADê li Hewlêrê kiriye armanc, lê li gor Washington Postê êrîşê navendeke taybet a CIAyê li balafirxaneyê kir armanc.

Li gorî berpirsên Amerîkî jî armanca wê êrîşê navendeke taybet a Îstîxbareta Amerîkayê (CIA) bû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye