Washington bi Iraqê re dest bi hevdîtinan dike

.


Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku dê di meha pêşiya me de bi Iraqê re dest bi muzakereyên stratejîk bike. Wezareta karên derve ya Iraqê ragihandina xwe di ser hesabê medya civakî de kir. Muzakere dê di çarçoveya peymana stratejîk ya di sala 2008 an de hatibû kirin, di rêya video konferansê de di 8 ê nîsanê de destpêbike.

Di rojên borî de berdevka Koşka Sipî Jen Psaki di beyana xwe de li ser hevdîtinên bi Iraqê re weha ragihandibû:

“Em bende ne bi hukumeta Iraqê re diyaloga xwe ya stratejîk nûh bikin. Wê ev bo me derfetekî girîng be, ji mijara ewlehiyê heya çandê, bazirganî û kêşûhewayê di gelek sehayan de da em niqaşê bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye