Wan: Qeyyûm navê parka awûqat bi korucî guhert

Qayyûmê navçeya Şaxê/Çatak ya bajarê Wanê navê "Parka Tahîr Elçî" guhartîye û kirîye "Parka Alî Ogun". Alî Ogun korucî ye

Qayyûmê navçeya Şaxê/Çatak ya bajarê Wanê Qaymeqam Hecî Asim Akgul navê Parka Tahîr Elçî guhartîye û kirîye "Parka Alî Ogun".  

Serokê Baroya Diyarbekirê  Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015ê de li Dîyarbekirê li ber Minareya Çarling hatibû kuştin.

Şaredarîya DBP ya navçeya Şaxê li taxa Adnan Menderes navê parkekî kiribû "Westanîya Parêzer Tahîr Elçî" lê qayyûm di heman demê de qaymeqame jî navê wê guhartîye kirîye "Parka Şehîd Alî Ogunê Cerdewan" ev cerdevan/koruyucu di 2016ê mirîye.

Ev qaymeqam dema dest bi qeyyûmê kiribû îcraeta wî ya yekemîn rengên hesinên pirra Şaxê ku alaya Kurdistanê diteysandin guhartibû kiribû sor û sipî ku rengên alaya Tirkî ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin