Wan: Ji xelkê bi tenê 4 kes bêşdarî civîna qeyyumê bûn!

Qeyyumê Wanê civîn bi xelkê re çêkirîye û bi tenê 4 kes bêşdarê civînê bûne ew 4 kes jî ji bona karê xwe li şaredarîyê bûne.

Qeyyumê Wanê civîn bi xelkê re çêkirîye û bi tenê 4 kes bêşdarê civînê bûne ew 4 kes jî ji bona karê xwe li şaredarîyê bûne.

Qeyyumê Şaredarîya Wanê walî Îbrahîm Taşyapan talîmat daye Sekreterê Giştî yê şaredarîyê Mustafa Yalçin da ew heftê du caran; rojên Sêşemî û Inêyê bi xelkê re civîn çêke. Lê di civîna Înîyê de li gel karmendan bi tenê ji xelkê 4 kes bêşdarê civînê bûne û ew kes jî ji bona karên xwe di wê momentê de li şaredarîyê bûne û dihê îddakirin ew jî bi dîrektîfa Sekreterê Giştî anîne civînê.  Sekreterê Giştî  yê Şaredarîyê Mustafa Yalçin berê di şaredarîya Mezin ya bajarê Qeyserî de heman wezîfe kiriye.

Û hat îddîakirin ku di civînên bihê de divê birêvebirên AKP û alîgirên wan mecbûr bêşdarî civînan bibin.

Hevserokê Şaredarê Wanê Bekir Kaya di 17ê Mijdara 2016ê de ji kar hatibû dûrxistin û tewqîfkirin di şûna wî de walîyê Wanê Îbrahîm Taşyapan wek qeyyum hatibû tayînkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin