Wan: Di teqînê de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li gor ajansan di 24ê Gulanê de li Çiyayê Tendurekê yê navbera Ebexa Wanê û Bazîda Agiriyê de dema leşker bi maşîneyên zirxî diçûn operasyonê teqîn pêk hat

Li gor ajansan di 24ê Gulanê de li Çiyayê Tendurekê yê navbera Ebexa Wanê û Bazîda Agiriyê de dema leşker bi maşîneyên zirxî diçûn operasyonê teqîn pêk hat. Di teqînê de serdarek û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn. 2 leşkerên birîndar jî piştre jiyana xwe ji dest dan û hêjmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan gihişt 6an.

Li ser operasyon û teqînê de Walitiyê Wanê  daxuyaniyek da ku operasyona leşkeri berdewam dikin. 

Herweha Serfermandariya Artêşa Tirkiyê  jî daxuyaniyeke nivîskî de ragihand,ku piştî şewitandina 10 TIRan ji aliyê terorîstan ew leşker sewkîyatê ciyê bûyarê kirine di dema çûyinê de teqîn çêbûye; di encama wê de 6 leşker hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne. 

Îro di Meclîsa Mezin ya Tirkiyê de Hikûmeta 65em a AKPê de ku di bin serokwezîrîya Bin Alî Yildirim de hatibû avakirin programa hikûmeta xwe xwend, li gor programa hikûmetê pêşdorîya wan ew ê ku ew li dijî terorê şer bikin. Ev 40 sal e hemû hikûmetên Cumhûrîyeta Tirkiyê vê gotinê dikin; ne teror xelas bû ne jî pirsa kurd çareser bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin