Walîyên 22 wilayetên Bakûrê Kurdistanê li Anqerê civîyan

Wezîrê Karûbarê Hundir yê dewleta Tirk Suleyman Soylu bang li 22 walîyên xwe yên Kurdistanê kir ku li Anqerê bicivin.

Wezîrê Karûbarê Hundir yê dewleta Tirk Suleyman Soylu bang li 22 walîyên xwe yên Kurdistanê kir ku li Anqerê bicivin. Di civînê de waliyên Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih, Bedlîs, Çewlig, Amed, Xarpet, Dîlok, Çolemerg, Idir, Qers, Mereş, Kilîs, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wan amede bibin.

Li gel Wezîrê Hundir Suleyman Soylu, cigîrê Wezîrê Hundir Sebahattin Ozturk, Misteşarê Wezîrê Hundir Muhterem Ince, Komutanê Giştî yê Hêzên Cendirme Org. Yaşar Guler,  Mudirê Emnîyetê yê Giştî Selamî Altinok, Musteşarê Ewleyî yê giştî Muhammed Dervişoglu, Midûrê Giştî yê Îdareya Koçberan Atîlla Toros û Midûrê Giştî yê Karûbarê Nifûs û Hevwelatî Ahmed Sarican û birokratên emnî û îdarî bêşdarê civînê dibin.

Civîn di bin navê ”Civîna Ewleyîyê” û li ser rewşa  îdarî û emnî ya van wilayetan û operasîyanên ku li wir dihên kirine.  

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin