Waliyê nû yê Amedê bi nimêjê dest bi karê xwe kir!

Wer xuya ye ev walîyê nû dê pêşengîya umetîyê û biratîya îslametîyê; xerca yek dewlet, yek al, yek watan û yek milet qewimtir bike.

Waliyê tayînkêr ê nû yê Amedê Hesen Basrî Guzeloglu îro dest bi wezîfeya xwe kirîye. Ji balafirgeha Amedê rasterast çûyê Mizgefta Mezin (Ulu Camî) a navçeya Sûrê û li wê nimêja xwe ya înîyê eda kirîye û sardana esnafan kirîye û ji serokkomarê xwe yê Tirkiyê re sipaskirîye ku ew ji alîyê wî ve hatîye tayînkirin û hatîye Diyarbekirê. Û gotinên serokkomarê xwe di derbarê Amedê de dubare kirîye û gotîye; “Amed mohra Tirkiyeyê û dilê Tirkyeyê ye.” Gotinê walî û hevjîna wî ya sergirtê nîşan dide ku ew yek ji kadroyên Erdogan e.

Dihê zanîn ku di van salên dawîyê de îslamîstên tirk û hinek jî yên kurd ji bo bajarê qedîm Dîyarbekirê ji nasnameya wî ya kurdayetîyê dûr bixin û îslamîyeta wilayetê derxin pêş, ketine nav hewildanan. Armanca wan ew e ku li ser bingeha umetîyê û biratîya îslametîyê xerca yek dewlet, yek al, yek watan û yek milet qewimtir bikin. Wer xuya ye ev walîyê nû dê pêşengîya vê pêvajoyê bike û vê pêvajoyê leztir bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin