Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir

.

Walîtiya Amedê, heşira ku duh li navçeya Rezan dema belavkirina kartolan pêk hatibû weke “Provokasyon” nirxand û û diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Kartol û pîvazên ku ji aliyê Ofisê Berhemên Erdê ya girêdayî Wezareta Daristan û Çandiniyê ve tên kirîn, li malbatên pêwîstiyên wan hene tên belavkirin. Duh li taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê jî  kartol li welatiyan hatibûn belavkirin. Kartolên ku bi qamyonê hatibûn belavkirin li taxê bûbûn sedema heşirê.
 
DAXUYANIYA WALÎTIYÊ
 
Walîtiya Amedê, têkildarî mijarê daxuyanî da û angaşt kir ku weke di dîmenan de derketiye holê belavkirin nehatiye kirin û heşira ku pêk hat jî weke “provokasyonê” nirxand.
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Li navçeya me ya Rezan belavkirina 369 ton a kartolên xwarinê hatiye destpêkirin. Belavkirinê roja 17’ê nîsanê dest pê kir û di heman rojê de li hezar û 355 malbatan hat belavkirin. Weke ku di dîmenand e xwanê dike teqez rêbazeke me ya wisa ya belavkirinê tuneye. Li taxa Mûradiyeyê 4-5 kesên ku xwestine provokasyonê bikin derketine wesayîta belavkirinê û 15 torbeyê mayî avêtine xwarê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê