Votel: “Eger Kurd û Pêşmerge nebûna koalîsyon bi ser nediket”

.

Fermandarê berê yê fermandariya hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) general Josepf Votel li ser halê Iraq û Sûriyê bo K24 ê ragihand ku Kurd û Pêşmerge nebûna hêzên koalîsyonê nikaribûn biser biketina. Fermandarê Amerîkayê yê CENTCOM ê Votel bo K24 ê weha got:

“Ji sala 2014 an û heya niha eger ne ji Kurdan û hêzên Pêşmerge bûya Amerîka û koalisyona navdewletî nikaribû biser biketa.

Wê Amerîka ji Iraqê venekişe û vekişandina weka sala 2011 an çênebe. Amerîka bo bedelên Kurdan yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê daye, rêz digre. Amerîka bi berjewendiyên xwe yên li Iraqê ve girêdayiye û Iraq bo Amerîkayê gelek girînge.

Divê Amerîka hêza xwe ya dîplomasiyê li Iraqê zêde bike û bo parastina berjewendiyên xwe divê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimîne. Pêvajoya diyaloga stratejîk ya navbera Amerîka û Iraqê zahf girînge û divê têkiliyên her dû aliyan xurt bin.

Amerîka dostê Pêşmergeye û Pêşmerge bo Amerîkayê û koalîsyopna navdewletî gelek girînge û eger desteka Pêşmerge û Kurdan nebûya, serkeftina îro nedibû. Pêşmerge û Kurd hevkarên me yên gelek başin û dê ev dewam bike.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye