Vîyan Dexîl bang li hikûmeta Iraqê kir ku aqûbeta keç û jinên Êzidî ji welatên cîran bipirse

.

Çalakvana jin a Kurdên Êzidî û parlementera berê ya Şingalê li Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl bang li hikûmeta Iraqê kir, aqûbeta keç û jinên êzidî ji welatên cîran bipirse ku terorîstên DAIŞê bi derxistina nasnameyan re ew revandina wan welatan.

Viyan Dexîl bi daxuyaniyekê ragihand, rêxistina terorîstên DAIŞê di dema dagirkeriya Şingalê di meha 8an de dest bi komkujiya xelkê Şingalê û revandina jin û keçên êzidî kir.

Viyan Dexîl da zanîn, beşek ji jin û zarokên êzidî yên hatine revandin wê demê zarok bûn û çekdarên DAIŞê piştî derxistina nasnameyan ji xwe re û zarok û jinên êzidî re, ber bi welatên cîran ve çûn.

Çalakvana jin a kurdên êzidî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir derbarê aqûbeta zarok jin û keçên êzidî bi welatên cîran re danûstandinê bike ji bo ew jin û zarokên êzidî yên DAIŞê revandine û aqûbeta wan nayê zanîn rizgar bike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin