Vîrusa Koronayê li Bakurê Kurdistanê careke din zêde bûye  

.

Li Bakurê Kurdistanê careke din Vîrusa Koronayê zêde dibe. Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bajarek tenê rengê xwe yê şîn parastî ye ku ew jî Şirnex e. Rengê gelek bajarên din sor bûn.

Li gorî agahiyên dawîn ên ji aliyê Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê ve hatin parvekirin. Li Bakurê Kurdistanê metirsiya Vîrusa Koronayê careke din bilind dibe.

Li gorî nexşeya hatî parvekirin, ku sor gelek metirsîdar e, purteqalî metirsîdar e, zer ber bi metirsîdariyê ve diçe û şîn jî hinek metirsîdar e, li tevahiya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê tenê kariye rengê xwe yê şîn biparêze.

Li ser zêdebûna Vîrusa Koronayê jî bo 14 bajaran bergiriyên nû hatin ragihandin ku bajarên wek Diyarbekir, Agirî, Erzirom, Dîlok, Mêrdîn, Ruha, Wan jî nav wan bajaran de ne.

Li gorî begiriyên ku bo van bajaran hatin ragihandin dawetên sinnetê, nîşan û şevên hinneyê hatin qedexekirin. Dawet jî dê tenê bo 1 demjimêrê werin li darxistin û govend jî dê qedexe be.


 

Kurdistan Haberleri

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin