Vîrusa Korona Pirtir ji 340,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 340,000 derbaz kir.

Navenda Nûçeyan -Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 343,617 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 1,600,000 kes bi vîrusa korona ketine û 97,495 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 36,875 mirinên jiber vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 32,785 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha pirti rji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,638 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin