Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 870 Hezar Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 870 hezar derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 871,182 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 187 hezar mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye.

Li dû Amerîka, bi 124,614 mirinan Brezîlya, û li dû wê jî bi 68,472 mirinan Hîndistan tê.

Li seranserê cîhanê pirtir ji 26,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine ku Amerîka di hejmara pêketîyan de jî bi 6,1 mîlyonan li pêş e.

Li Brezîlya pirtir ji 4 mîlyon, li Hîndistanê bi qasî 4 mîlyon û li Rûsya jî pirtir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,728 kes bi wê mirine.

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin