VÎDYO/ Xelkê Rojavayê Kurdistanê herikîn Efrînê

Bi hezaran kurdên Rojavayî ji bajarên Rojava, Qamişlo, Hesekê û Minbicê bo piştgiriya berxwedanê berê xwe dan Efrînê.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ku bo piştgiriyê bidin berxwedanê, ber bi Efrînê ve bi rê ketibûn gihîştin Efrînê.

Bi sedan otomobîl û otobusên ji Qamişlo, Reqa, Minbiç, Kobanî û çend deverên din ên Rojava ji bo piştgirî û moralê bidin xelkê Efrînê bi rê ketibûn, gihîştin bajêr. Li ser medya civakî bi weşanên zindî hatina xelkê ji gelek deverên Bakurê Sûriyê ku ji bo piştgiriya xelkê Efrînê li hemberî êrîş û operasyona artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê bi rê ketibûn, hatin belavkirin.

 
Di dîmenan de xuya dibe, beşek ji welatiyên ku ji bo piştgiriya Efrînê bikin ketibûn rê, gihîştine nava bajêr û ji aliyê şêniyên Efrînê ve jî bi kêfxweşî têne pêşwazîkirin.

Gelê Efrînê bi girseyî pêşwazî xelkên Qamişlo, Hesekê û Minbicê kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin