VÎDYO/ Li Îranê xwepêşandan belav dibin

Hemwelatiyên Îranê ji ber rewşa aborî ya welatê xwe li gelek bajaran li hemberî Hesen Rûhanî û hikûmetê çalekî li dar xistin. Her wiha hate ragihandin, di xwepêşandana li Kirmanşanê de polêsan gule barandin ser xelkê.

Hemwelatiyên Îranê ji ber rewşa aborî ya welatê xwe li gelek bajaran li hemberî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hikûmetê li çend bajarên wekî Meşhed, Neyşabûr, Kaşmer û Bicnûrid, Yezde û Newşehirê çalekî li dar xistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî û vîdyoyên ku li ser medya civakî belavbûne, li çend bajarên Îranê yên wekî Meşhed, Neyşabûr, Kaşmer û Bicnûrid, Yezde û Newşehir xelkê nerazî derketin ser cade û kolanan çalekî li dar xistin. Çalekvanan ji rewşa xerabî ya aboriya welatê xwe nerazîbûn û li dijî Serokomar Hesen Rûhanî û hikumetê dirûşm avêtin.

Li gorî dîmênan di navbera xwepêşandar û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn jî derketiye û hêzên ewlehiyê li bajarên Meşhed û Neyşabûrê belavbûn û gaza rondikrêj û fîşekên plastîkî li dijî xelkê bikar anîne.

Her wiha hate ragihandin ku xwepêşandan li Kirmanşanê jî hatiye lidarxistin û polês gule barandine ser xelkê:

Kirmanşan: 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin