VÎDYO/ Li Hewlêrê ji rewşenbîr, akademîsyen û parlamenterên çar perçeyên Kurdistanê banga Efrînê

Li Hewlêra peytextê Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê zanyar, akademisyen û rewşenbîrên ji çar perçên Kurdistanê gotin ev şer li dijî nasnameya kurdan e. Divê her kurdek li dijî derkeve.

Li ser navê koma rewşenbîr, akademîsyen û hin parlamenterên Başûrê Kurdistanê Felsefezan Dr. Serbest Nabî ku demekê li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di beşa Kurdolojiyê de mamostetî kiribû axivî.

Nabî di gotara xwe de diyar kir ev daxuyanî bi navê bi sedan akademisyenên her çar perçeyên Kurdistanê, rewşenbîr û parlementerên Herêmî Kurdistan hatiye xwendin.

Nabî, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê got:

"Zelal e êrîşên li dijî Efrînê yên Tirkiyeyê ne ji bo têkoşîna li dijî terorê ye û ne jî bo parastina sînorên xwe ne, li dijî BÛNA neteweya kurd e, şerê li dijî nasnameya kurd e":

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin