VÎDYO- Du kolberên Kurd mirî hatin dîtin, yek jî winda ye!

Roja sêşemê jiber teqeyên Spaya Pasdaran 3 kolberên Kurd xwe veşartibûn, dudoyên ji wan koça dawî kiribû heta aniha aqûbeta yek ji wan jî ne diyar e.

Ligor zanyariyan kolberê bi navê Ebas Qadirzade yê ji bajarê Banê yê Rojhilata Kurdistanê ye, doh ligel 2 kolberên din xwe ji ber teqeya Sipaya Pasdaran weşartibûn.

Termê 2 kolberan doh hat dîtin ku ji ber sermayê koça dawî kirine.

Lê heta aniha aqûbeta kolberê bi navê Ebas Qadirzade nayê zanîn.

Ligor zanyariyan malbata Ebas Qadirzade li cihê ku lê winda bûne lê digerin.

Komara Îslamî ya Îranê rojane kolberên Kurd dike armanc û wan dikuje.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin