Vekişîna hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê dest pê dike

.

Li gor rêkeftina di navbera Bexda û Washingtonê de, heta 31/12/2021 ti hêzeke şerker a Amerîka li Iraqê namîne. 

Endamekî Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Encûmena Nûnerana Iraqê aşkere dike, piştî sê hefteyên din, hêzên Amerîka dest bi vekişandina ji Iraqê dikin.

Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Encûmena Nûnerana Iraqê Bedir Nadir ragihand, li gor rêkeftina di navbera Bexda û Washingtonê de, heta 31/12/2021 ti hêzeke şerker a Amerîka li Iraqê namîne.

Wî endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ji rojnameya “Elmeda” re aşkere kir, piştî sê hefteyên din hêzên şerker ên Amerîka dest bi vekişîna ji Iraqê dikin.

Bedir Nadir destnîşan kir, Şandeke hevpeymaniya NATO şandeke li Iraqê ye, ji bo ew valahiyê ku dirust bibe dagire, bi taybet di warê rahênankirina li ser firoke û teknolojiya leşkerî de.

Li gor amarên Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon), niha zêdetir ji 2500 leşkerên Amerîkî li Iraqê hene.

Di çarçoveya gera çarem diyaloga stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de ku di dawiya meha Tîrmeha borî li Amerîka birêve çûbû, Serokê Amerîka Joe Biden û Mistefa Kazimî roja 26ê Tîrmehê civiyan û yek ji mijarên sereke yên civînê jî, vekişîna hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê bû.

Pêştir jî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihandibû, vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê dê li ser çend qonaxan be.

K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye