“Vekişîna hêzên Hevpeymanan ji Iraqê, ji encama guftûgoyên stratejîk e”

.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê: Vekişîna hêza Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê, ji encama guftûgoyên stratejîk ên di navbera Bexda û Washingtonê de ye. 

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê vekişîna hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê, ji encama guftûgoyên stratejîk ên di navbera Bexda û Washingtonê de dizane.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî li Twittera xwe derbarê vekişîna hêzeke hevpeymanan ji Iraqê de nivîsî: “Ev gav, nîşana wê ye ku Iraq û Amerîka bi rêkeftina di navbera xwe de pabend in.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto duhî ragihandibû, piştî bidawîbûna erkê wê, hêza OTH ya ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve, ji Iraqê vekişiya û vegeriya Kuwêtê.

Roja 23ê Tîrmeha borî gera çarem a diyaloga stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de dest pê kiribû û di wê çarçoveyê de Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Amerîka kiribû û li Koşka Sipî bi Serokê Amerîka Joe Biden re civiyabû.

Di civîna di navbera wan de, Joe Biden ragihand, Amerîka erkê şer ê hêzên welatê xwe li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike û got: “Pêwendiyên Amerîka û Iraqê derbasî qonaxeke nû dibin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn