Vekişîna Amerîkayê destpê kir

Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragehand ku, Artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina çekên giran ji Sûriyê kir.

Ajansa RT di nûçeyeka xwe li ser zarê berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê vekişandina çekên giran û alavên serbazî ji Sûriyê  piştrast kir.

Ji aliyê xwe têlevizyona CNNa Amerîkayê jî îdia kir Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) keştî û balafirên ku wê di dema operasyona vekişandinê da bên hildan aşkere  kiriye.

Vekişînê hêzên Amerîka piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku, ewê hêzên welatê xwe ji Sûriyê bikişîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin