Ciwan bi rêya muzîk, huner, moda û şêweyên jiyanê, tevgerên nû yên çandî diafirînin û dikarin normên çandî yên mêtingehî biguherînin û bi çand û dîroka xwe, bi ziman û hişmendîya netewî rê li ber çanda dagirker asê bikin. An jî bendan ava bikin. Di mijarên wekî rolên kesayetî û civakî de, dikarin bibin pêşengên nirxên nû. Dîsa li hemberî çand û nasnameyên cuda nêzîkatiyeke vekirîtir û toleranstir nîşan bidin û bi vê yekê beşdarî jiyana civakî bibin.
Bi kurtayî, ciwan aktorên pêvajoyên guhertin û veguherîna civakî ne. Ciwan bi enerjiya xwe, bi hestên afirênerî û jêhatîbûna xwe, bi ramanê rexneyî û ruhê çalakvanîyê dikarin bibin aktorên pêşveçûna civakê. Divê xwedî zanyarîyeke bingehîn bin ku ji ezmûn û serpêhatîyên nifşên cuda dersan derxin. Divê karibin ji agahî û pratika nifşên berîya xwe îstîfade bikin û pira dîyalogê ya navbera nifşan çalaktir bikin. Di navbera nifşên cuda de zimanê diyalog û fêrbûnê peyda bikin. Divê baş bê zanîn ku di sîyaseta netewî de, bêdîyalogîya nav nifşan zirarê dide têkoşîna neteweyî.
Derxistina dersan ji agahî, ezmûn û serpêhatîyên nifşên cuda, hem ji bo pêşveçûna kesayetî, hem jî ji bo pêşveçûna civakî, xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Pêwîst e ku nifşên ciwan, bi fêrbûna ji rabirdûyê, gavên çêker bavêjin, nifşên berê jî bi perspektîvên nû, xwe pêşve bibin û serpêhatiyên xwe bi awayekî watedar bêjin, an jî bidin gohdarkirin. Ne wekî çîrokên salên raborî her tim ducar bikin an jî weke demsalên şerê sar divê xwe nesipêrin neqebên îdeolojîk.